Li Kobaniyê şer: Dronek hat xistin, 2 çekdar jî hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li başûrê Kobaniyê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên çekdar ên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê de şer derket.
Medyaya nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku komeke çekdar a ku Tirkiye piştgiriya wê dike hewl da Pira Qerekozakê derbas bike.
Hat ragihandin ku şervanên HSDyê bersiv daye û 8 ji wan kuştine û 2 jî bi saxî girtine, her wiha 3 otomobîl jî teqandine.
Şervanên HSDyê balafireke keşfê (dron) jî xistiye.
Li gorî zanyariyan komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li herêma Qerekozakê bi dron û tankan êrişên xwe didomînin.
Komeke çekdar hewl da di ser Pira Qerekozakê re derbasî aliyê herêma Sirrînê bibe.
Li ser vê yekê şervanan bersiv daye û şer û pevçûnên dijwar derketine.
Her wiha dronên artêşa Tirkiyeyê jî herêm bombebaran kirine.
Heta niha di pevçûnan de 8 çekdar hatine kuştin û 2 ji wan jî bi saxî ketine destê şervanên HSDyê.
Li herêmê şer û pevçûn didomin.
Li başûrê Kobaniyê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên çekdar de şer derket
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 10, 2024
❝Balafireke keşfê hat xistin❞ pic.twitter.com/f0kmo4Z4p8