Ebdulhekîm Beşar: Mixalefetê heta niha federalîzm qebûl nekiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Koalîsyona Mixalefeta Sûriyeyê Dr. Ebdulhekîm Beşar da zanîn ku “mixalefeta Sûriyeyê” heta niha federalîzm qebûl nekiriye.

Piştî ku Tehrîr El Şam ket Şama paytexta Sûriyeyê paşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tê nîqaşkirin û meraqkirin.

Cîgirê Serokê Koalîsyona Mixalefeta Sûriyeyê Dr. Ebdulhekîm Beşar ji Efrînê beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên Nalîn Hesenê yên li ser mijarê bersivandin.

Dr. Ebdulhekîm Beşar ragihand ku hinek girtiyên di zîndanên Efrînê de hatine berdan û ji bo berdana hinek girtiyên din xebat didomin.

Li gorî agahiyên ku Ebdulhekîm Beşar dane, heta niha 1800 malbat vegeriyana Efrîna Rojavayê Kurdistanê.

Cîgirê Serokê Koalîsyona Mixalefeta Sûriyeyê got ku divê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bibe wekî hêzeke Sûriyeyî û kesên “ne Sûriyeyî” di nav de nemînin.

Ebdulhekîm Beşar diyar kir ku li Sûriyeyê rewşeke nû ava bûye û divê Kurd jî cihê xwe di nav de bigirin û ew dê li ser navê Kurdan here Şamê.

Nalîn Hesenê bi bîr anî, çekdar rê nadin Kurdan ku vegerin Serê Kaniyê lê Ebdulhekîm Beşar got ku haya wî jê nîne.

Hinek xalên girîng ên ku Cîgirê Serokê Koalîsyona Mixalefeta Sûriyeyê Dr. Ebdulhekîm Beşar anîne zimên wiha ne:

“Me efûyek derxist, gelek girtî dê werin berdan.

1800 malbat vegeriyane Efrînê. Hinek zehmetî hene lê ne wekî zehmetiyên penaberiyê ne. Vegerin malên xwe.

Bila Kurdên ji Serê Kaniyê jî vegerin.

Bila HSD îlan bike ku pêwendiya wan bi Qendîlê re nîne.

Pirsgirêka me bi YPG û PYDyê re nîne, pirsgirêka me bi Qendîlê re ye.

Li Sûriyeyê tiştekî nû çêdibe lê Kurd lê dinêrin, divê em jî bikevin navê.

Ez bi navê Kurdan diçim Şamê.

Min xwest ku HSD bikeve nav mixalefetê lê wan ev nekir, HSD gelekî bi xwe lîst.

Eger Tehrîr El Şam bi serê xwe hikûmetekê ava bike dê ev ne baş be, ez hêvî dikim ku hemû alî tevlî vê hikûmetê bibin.

Heta niha mixalefetê federalîzm qebûl nekiriye lê gelek rewşenbîr û siyasetmedar dibêjin ku federalîzm çêtir e.

Li gorî min rastiya Sûriyeyê ber bi federalîzmê ve diçe.

Amerîka û Ewropa dê vê rastiyê bipejirînin lê welatên Ereban na.

Pêşmergeyên Rojê dê rojekê vegerin Rojavayê Kurdistanê.

Em amade ne ku herêma xwe îdare bikin, me ev pêşniyar kiriye lê qebûl nebûye.

Ez bahwer nakim ku şerê navxweyî derkeve.

Fransayê biryar daye ku şandeyekê bişîne Şamê.

Em ji bo diyaloga Kurdan amade ne.”

Ji bo hemû pirs û bersivan li vîdeoyê temaşe bikin: