Li Wanê 30 otomobîl li hev qelibîn: Mirî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê vê sibehê ji ber mij û qeşayê li ser rêya di navbera Wan û Erdîşê de 30 otomobîl li hev qelibîn û di encam de 2 kesan canê xwe ji dest da û 15 kes birîndar bûn.
Vê sibehê li ser rêya Wan-Erdîşê li 15 kîlometeyan nêzîkî Tuşbayê ji ber mij û qeşayê qezeyek çêbû.
Di kêliya ku ekîban midaxaleyî qezaya yekemîn dikir de li nêzîkê wê herêmê qezayeke duyemîn çêbû û di vê qezayê de jî gelek wesayît li qulibîn.
Nêzîkî 30 wesayîtî tevî her du qezayan bûn û li gorî tesbîtên ewil 2 kes mirin, 15 kes birîndar bûn û rê hat girtin.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme, polîs, AFAD û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên derdorê.
Parêzgarê Wanê Ozan Balci jî derbarê qezayê daxuyanî da û got:
“Piştî raporê yekser hemû tîmên me sewqî cihê qezayê hatin kirin.
Niha jî xebatên ekîbên me ji bo veguhastina birîndaran û rakirina wesayîtên qezayê didomin.
Rê hat girtin. Piştî ku wesayit bên rakirin dê were vekirin. Xweda rehma xwe li welatiyên me yên ku canê xwe ji dest daye bike.”