Ciwanê Sirûcî ji zîndaneke rejîma Beşar Esed derket: ‘Dikete xewnên min’
Riha (Rûdaw) – Kesekî ji navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji zîndaneke rejîma Beşar Esed derket.
Aydin Dagaç nexweşiya derûnî pê re heye û ew 5 sal û 6 meh berê winda bû.
Heta niha ti agahî jê tunebûn, piştî ku rejîma Beşar Esed rûxiya, li Şamê deriyên zîndanan vebûn û derket holê ku ew tam 5 salan di Zîndana Edrê de bûye.
Hesreta 5 salan a dayîkekê ya piştî ketina rejîma Beşar Esed bi dawî bû.
Aydin Dagaç ku nexweşiya derûnî pê re heye, beriya 5 sal û 6 mehan li Sirûca Rihayê wenda dibe.
Dema Şam ket, rejîma Beas têk çû û deriyê zîndanan vebûn ew jî azad bû.
Derket holê ku Aydin Dagaç tam 5 salan di Zîndana Edrê ya Şamê de maye û nexweşiya wî ya derûnî girantir bûye.
Aydin Dagaçê ku di zîndaneke rejîma Beşar Esed bû piştî ku gihîşt mala xwe got:
“Xwarin didan me, bulxur û tiştên wekî wê didan. Wan her roj li min dixist.
Gelek kes hebûn bi min re.”
Dayîka wî Nayîde jî wekî Aydin nexweşiya derûnî pê re heye lê hestên wê yên dayîktiyê heta bêjî saxlem in.
“Min pir bêriya wî dikir”
Dayîka Aydin, Nayîde Dagaçê piştî ku gihîşt kurê xwe anî ziman:
“Min pir bêriya wî dikir.
Dikete xewnên min, tim di tengasiyê de bû.”
Mala Aydinê Sirûcî wekî ziyaretekê lê hatiye.
Kesên pê dihisin ku 5 salan di zîndanên Beşar Esed de maye, diçin serdana wî.
Izet Dagaçê bavê Aydin wiha behsa gihiştina kurê xwe kir:
“Hat gotin Esed reviyaye çûye. Dû re li ser Tiktokê derket û me xelk xiste navbeynê, wan ji me re anî.
Wan Aydin anî ser sînor da dewletê, dewletê jî da me.”
Alî Dagaçê pismamê Aydin jî da zanîn:
“Apê min jî bi şopê ket, çû ji Entabê anî. Zincîr avêtine lingên wî.
Me dît lingê wî ji ber zincîrê birîn bûye, me bir nexweşxaneyê, pansûman kir. Niha rewşa wî baş e.”
Aydin Dagaç di hewşa mala xwe de wekî ku di girtîgehê de be, ji seriyekê diçe seriyekî din, nizane rastî ye yan xeyal e.