AA: MÎTê êrişî Qamişloyê kiriye
Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ragihand ku Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê çek û teqemeniyên ku ji rejîma Esed mane û ketine destê YPGyê îmha kirine.
Doh êvarê li aliyê başûrê Qamişloyê bi taybetî li Foca Tertebê, Foca Zenodê û herêmên derdora wê û Balafirgeha Qamişloyê teqînên mezin çêbûn.
Ji ber teqînan zerer gihişt hin malên li taxên Curnik û Qenat Siwêsê yên Qamişloyê.
Her wiha di teqînan de kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Li gorî ajansa fermî ya Tirkiyeyê AAyê ku dispêre çavkaniyên ewlehiyê, êrişên doh êvarê yên li Qamişloyê Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) pêk anîne.
Hat ragihandin ku di encama êrişên MÎTê de 12 barhilgir, 2 tank û 2 depoyên cebilxaneyan ji dema rejêma Beşar Esed mane û ketine destê YPGê hatine îmhakirin.
Derbarê vê yekê heta niha ne HSD û ne jî Tirkiye bi fermî ti daxuyanî nedaye.