EYN ÎSA - Tirkiyeyê dîsa komkujî kir: 8 sivîl hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarokê Eyn Îsayê yê Rojavayê Kurdistanê 8 kesên ji heman malbatê di bombaraneke Tirkiyeyê de hatin kuştin.
Ajansa nûçeyan a ANHAyê da zanîn ku droneke Tirkiyeyê li gundê Sefiyayê yê Eyn Îsayê malek bombebaran kir.
Di bomberana artêşa Tirkiyeyê de ji heman malbatê 8 kesan canê xwe ji dest da.
Navên 8 kesên ku canê xwe ji dest daye wiha ne: Xelîl Silêman, Wedah Silêman, Mihemed El Abo, Ebdulkerîm El Abo, Delal Silêman, Nadiya Silêman, 2 zarokên bi navên Casim Silêman û Husam Silêman.
Droneke Tirkiyeyê li gundê Musterihayê yê Eyn Îsayê jî malek bombebaran kiribû û di encamê de ji heman malbatê 12 kesan canê xwe ji dest dabû.
Giringiya Eyn Îsayê
Eyn Îsa bajarekî biçûk e lê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e.
Eger ew bajar bikeve destê Tirkiye û çekdaran, ew tê wê wateyê rêya di navbera Herêma Cizîrê û Kobaniyê de qut dibe.
Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqayê ye, 66 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kobaniyê ye û 30 kîlometreyî ji navenda bajarê Girê Spî dûr e ku ew jî di bin destê hêzên Tirkiyeyê û grûpên çekdar de ye.
Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa ji wê yekê tê ku li ser rêya navneteweyî ya M-4 Rodkoyê ye.
Rêya M-4ê Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi Heleb, Laziqiye, Hums, Hema û Şamê ve girê dide.