Kesekî Efrînî piştî 33 salan ji zîndanê derket

Hewlêr (Rûdaw) – Kesekî ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, piştî 33 salan ji zîndanê derket û gihîşt malbata xwe.

Mafnas Hisên Nasoyê ji Efrînê ji Rûdawê re ragihand ku zindaniyê Kurd ê Efrînî Kamîran Bekir Reşîd 32 li zîndanên Tirkiyeyê derbas kirin, salek jî li zîndanên çekdarên mixalefeta Sûriyeyê derbas kir.

Bekir Reşîd piştî 33 salan ji zîndanekê derket.

Dîmenên wî yên piştî ku ji zîndanê derketiye û dayika xwe dibîne hatin belavkirin.

Kamîran Bekir Reşîd, ji gundê Hac Xelîlê yê Efrînê ye.