Li Rihayê pevçûn: Kuştiyek û 2 birîndar

10-12-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Malbat Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, îro di navbera du malbatan de pevçûn derket û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, li navçeya Karakopruyê du malbatên ku pêştir di navbera wan de pirsgirêk hebû bi kêran êrişî hev kir.

Li ser agahdarkirinê polîs çûn cihê bûyerê û kesên tevlî pevçûnê bûbûn desteser kirin û ew birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Karakopruyê.

Li ser belavbûna xebera pevçûnê, mirovên her du aliyan li ber Rêveberiya Ewlehiyê ya Karakopruyê kom bûn.

Li ber Rêveberiya Ewlehiyê di navbera xizmên her du aliyan de careke din pevçûn derket û her du aliyan bi çekan êrişî hev kir.

Di encama bûyerê de 3 kes birîndar bûn û tîmên tenduristiyê ew veguhastin nexweşxaneyên cuda yên Rihayê.

Birîndarekî ku rewşa wî giran bû li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Polîsan li cihê bûyerê 4 kes desteser kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst