Vê carê jî li Colemêrgê erd hejiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 3,1 pileyan erd hejiya.

Li herêma Kelêtanê ya Colemêrgê erdhejeke bi 3,1 pileyan çêbû.

Li gorî amarên Rasatxaneya Kandîliyê, erdhej li herêma Kelêtanê 5 kîlometreyan di binê erdê de çêbûye.

Hat ragihandin ku erdhej di demjimêr 10.07an de çêbûye.