Grûpên çekdar gefan li Amerîkayê dixwin: Êriş zêde bûne

Hewlêr (Rûdaw) – Grûpên çekdarên ên ku xwe bi navê “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” gefan dixwin ku êrişên xwe yên li hemberî Amerîkayê zêde bikin.

Hefteya borî, hejmara êrişên wan grûpan yên li dijî baregehên Amerîkayê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê zêde bûn.

Di 24 demjimêran de, 3 baregehên Amerîkayê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê rastî êrişan hatin.

Bargehên Zeviya Konîko, Şedadî û Rimêlanê rastî êrişan hatine.

Di nava 60 rojî de 11 caran bargeha Xirab el-Cîrê rastî êrişan hatiye.

Lêkoler li Foruma Erebî yê ji bo Analîzekirina Siyasetên Îranê Mistefa Nueyîmî ji Rûdawê re diyar kir ku Îranê van êrişan ji bo zêdekirina hejmara çekdarên grûpên nêzîkî we bi kar tîne.

Lêkoler Mustefa Nûeymî  got:

 “Li aliyê Sûriyeyê, em behsa baregeha Tenefê dikin, serbarî cîgirbûna hêzên Amerîkayê li derdora zeviyên petrolê yên wekî Zeviya el-Omerê, zeviya Konîkoyê û herwiha navçeya Xirab el-Cîrê, ev dever 3 caran hatine armancgirtin.

Lewma ez dibînim ku ev tenê proje ye ji bo bilindkirina moralên alîgirên Îranê da çekdarên nû bînin nav grûpên girêdayî Îranê.”

Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nêzîkî 30 pêgehên serbazî yên Amerîka û Hevpeymaniya Navneteweyî hene.

17 ji wan baregeh û 13 jî xalên leşkerî ne.