Berbijêrê DEVAyê yê Amedê ji Rûdawê re: ‘Em dê navê Sûrê bikin Amed’

10-12-2023
Abdulselam Akinci
Prof. Dr. Cenap Ekîncî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Prof. Dr. Cenap Ekîncî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan DEVA Şaradariya Bajarê Mezin a Amedê Prof. Dr. Cenap Ekîncî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berbijêrê DEVAyê yê Şaradariya Bajarê Mezin a Amedê got, “Em dê navê Sûrê biguherin, bikin Amed.”

Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Cenap Ekîncî wekî berbijêrê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) hat hilbijartin.

Ekîncî li ser berbijêriya kesên wekî Nîmetullah Erdogmuş, Başak Demîrtaş, Galîp Ensarîoglu û Nîhat Hatîpoglu got:

“Rêza min ji Başak Demîrtaşê re heye lê şaredarî ne karê siyasetmendarên profesyonel in û ne karê endamên olî ne.

Cihê wan mizgeft in, cihê wan zanîngeh in, bila biçin li wir xizmetê ji dînê xwe re bikin.

Xizmeta gel karê me ye. Yên ku karibin vê bikin jî bijîşkên gel in. Ez kesî wekî reqîb qebûl nakim.”

Cenap Ekîncî ji Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci re got ku ew li ser daxwaza navenda DEVAyê bûye berbijêr.

Ekîncî diyar kir ku ew dixwazin xizmetê ji gelê Amedê re bikin û wan ji niha ve gelek proje amade kirine.

“Em dê navê Sûrê bikin Amed”

Ekîncî bi vî awayî behsa hinek projeyên xwe kir:

“Em dê navê navçeya Sûrê biguherin û bikin Amed. Ev navekî gelekî girîng e û gelê me vê yekê ji me dixwaze.

Projeya me ya din jî têkildarî balafirên leşkerî ye. Tê zanîn dema balafir radibin gelê me, zarokên me pê aciz dibin.

“Em dixwazin balafirgeha leşkerî ji nava bajêr bê derxistin”

Ji bo vê jî em dixwazin balafirgeha leşkerî ji nava bajêr bê derxistin. Di heman demê de pêwîst e navçeya Rêzanê jî nû ve were çêkirin.

Projeya sêyem, çareserkirina pirsgirêka avê ye. Çemê mezin di nava bajarê me de derbaa dibe lê em bê av dimînin. Em dixwazin goletan çêkin û kanalên avê vekin.”

“Bijîşk tim ji bo xizmeta gel amade bûne”

Ekîncî li ser pirsa “Wekî bijîşkekî hûn dê bikaribin karê şaredariyê bi rê ve bibin?” got: 

“Bijîşkek her tim ji bo xizmeta gel dixebite. Ez bawer im ku dê bijîşkek karibe bi awayekî serkeftî şaredariyê bi rê ve bibe.

Wekî tê zanîn serokê berê yê şaredariya Amedê Selçuk Mizrakli jî bijîşk bû. Bijîşk bi wêrek in. Ez jî ji xwe bawer im.”

Ekîncî bi bîr xist ku 8 sal in Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di bin hikmê qeyûman de tê birêvebirin û “Dengê gelê Amedê gihiştiye erşê ala.” û pê de çû:

 “8 sal in Amed di bin hikmê qeyûman de ye. Dengê wan gihaye erşê ala. Em dibêjin, ne qeyûm ne xendek, dilê me pir xemgîn e gelek, ji bo serfirazî û keda gel, werin em rêyeke nû vekin.

Rêya me rêyeke nû ye û rêya gel e. Partiya me partiya gel e û ez namzetê gel im.”

Ekîncî diyar kir ku ew ji xwe bawer e û got dê vê carê gelê Amedê çarenivîsa xwe biguhere.

“Şêx Seîd di dilê Kurdan de ye”

Prof. Dr. Ekîncî têkildarî nîqaşên ku li ser navê “Bulvara Şêx Seîd” got:

“Şêx Seîd di dilê Kurdan de ye. Ji sedî 90ê vî gelî vî navî erê dike. Em nikarin li ser vê daxwaza gel gotineke din bikin.

Heqî wekî çemekî ye û dê di dawiyê de rêya xwe û gola xwe bibîne.

Nîqaşên ku li ser navê Şêx Seîd tên kirin bê fêde ne. Dîrok nayê vegerandin.

Şêx Seîd cihê xwe di dilê Kurdan de çêkiriye û kes nikare vê rastiyê biguhere. Birayê bapîrê min jî bi Şêx Seîd re hatiye daliqadin.”

“Em dê navên tax û kolanên Amedê yên hatine guhertin vegerînin”

Ekîncî têkildarî navên tax û kuçeyên Amedê yên ji aliyê qeyûman ve hatine guhertin got:

“Sala 2014an, li parlementoyê yasa hat nûkirin. Li gorî vê tê gotin ku pêwîst e navê dîrokî careke din bên vegerandin.

Mixabin yasa hat guhertin lê neket meriyetê. Li gorî yasaya 2024an derketiye em dê navên berê yên Amedê lê vegerînin.”

Ekîncî diyar kir ku dema navê wî hat ragihandin ciwanan û gelê Amedê piştgiriyeke mezin daye wî û got:

“Sibe dê bi hezaran kes beşdarî rêxisitna me bibin û bi me re bimeşin.

Gelek endamên ÎYÎ Partiyê, AK partî, CHP û HEDEPê jî dê tevlî rêxistina me bibin.

Ez bawer dikim ku gel ji doza me bawer e, ji ber ku vê zilmê li ser xwe qebûl nakin.”

Ekîncî li ser pirsa Abdulselam Akinci ya “Hûn xwe çawa bi nav dikin?” jî got, “Em demokratên azadîxwaz in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst