QAMIŞLO - Tawanbarên kuştina bûka nûzewicî eşkere bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Tawanbarên bûyera kuştina jina bi navê Rîtac Osê ya ku li Qamişloyê di mala xwe de kuştî hatibû dîtin, eşkere bûn.

Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê bûka nûzewicî Rîtac Osê 18ê Çiriya Paşînê di mala xwe de kuştî hatibû dîtin.

Hatibû zanîn şkence lê hatiye kirin û bi derbên kêran hatiye kuştin.

Asayîşa Qamişloyê dest bi lêkolînan kiribû û bi gotina malbata Rîtac Osê ew lêkolîn gihîştin encamê.

"Rîtac bi destên 5 kesan hat kuştin"

Redwan Osêyê apê Rîtac Osê, beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa bûyera kuştina biraziya xwe kir.

Redwan Osê got, “Rîtac bi destên 5 kesan hat kuştin. Di kuştina Rîtacê de destê hevjînê wê Azad Çelebî û hevjîna Azad a li Ewropayê û her du birayên hevjîna wî ya berê hene. Birayê Azad jî di kuştina Ritacê de bûye alîkar.

Plan ji Ewropayê dest pê dike. Wan her pênc kesan li ser kuştina Rîtacê tifaqî kiriye.”

Biryar e sibê rûniştina doza kuştina Rîtac Osê bi rê ve biçe.

Redwan Osê da zanîn ku hevjînê Rîtacê Osê Azad Çelebî û birayê hevjîna Azad a berê yê bi navê Dilgeş li xwe mikur hatine ku destê wan di bûyerê de hebûye.

Bi gotina Redwan Osê, Azad gotiye ku pirsgirêk di navbera wî û Rîtac Osê de hebûye û ti reyeke din nedîtiye lewma hevjîna xwe kuştiye.

Redwan Osê herwiha eşkere kir ku ew dê giliyê birayê Azad û birayê din ê hevjîna Azad bikin da ku ew jî bên girtin.