Şewata Soranê: 2 hevjîn û 2 mêvanên wan canê xwe ji dest da

10-12-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Şewata Soranê Rojavayê Kurdistanê Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji 2 kesên di şewata Soranê de canê xwe ji dest da salek e zewicîbûn.

Ew di qateke wê avahiya Soranê dijiyan û zarokên wan tunebûn.

Elî Wiryan ji Rojhilatê Kurdistanê û Rênas Sultan jî ji Rojavayê Kurdistanê bû.

Xizmên wan bi çavên girî xatir ji hezkiriyên xwe xwest.

Xizmê qurbaniyan Jîlwan Mihemed ji Rûdawê re got:

“Ew zavayê min bû, ev demek e zewicîbûn û di wê avahiyê de dijiyan lê di vê bûyera nexwestî de canê xwe ji dest da û şehîd bûn.”

Xizmê qurbaniyan Mihemed Ebdulrezaq jî anî ziman:

“Wî bazirganî dikir, bi biryara rêxistin û asayîşê li vir bûn, bi temamî li vir bûn û bi fermî li vir bûn.”

Di bûyerê de 2 kesên din ên bi navê Umran Mûradî û Behram Mûradî yên ku ji Rojhilatê Kurdistanê bûn û li mala wan hevjînan mêvan bûn canê xwe ji dest da.

Rêveberê Koç û Koçberan ê Soranê Ebas Emîr got:

“Her du cenaze li ser biryara xizmên wan dê li Soranê bên veşartin.”

Di şewata şevîmana Soranê de di nava saetekê de ji ber dûmanê 14 kesan canê xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst