Amarên 11 mehan ên êrîşên Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê û artêşa Tirkiyê êrîşên xwe yên li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê ranewestandine. Li gor amarên ku Navenda Ragihandinê ya HSDê belav kirine, îsal di encama êrîşan de herî kêm 113 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane û 52 leşkerên hikûmeta Sûriyê jî hatine kuştin.

Li gor amarên ku Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hejmara kesên ku di êrîşên hêzên Tirkiyê de canê xwe ji dest dane wiha ne:

ÇILE

Welatiyên sivîl ên ku canê xwe ji dest dane 5 kes in. Welatiyên birîndar bûne 38 kes in. Zarokên birîndar bûne 3 kes in. Leşkerekî Hikûmeta Sûriyê hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye.

SIBAT

Welatiyekî sivîl li Eyn Îsa canê xwe ji dest daye. Li Amûdê jî zarokekî canê xwe ji dest daye. Welatiyên birîndar bûne 16 kes in. Zarokek birîndar bûye. 9 leşkerên hikûmeta Sûriyê birîndar bûne.

ADAR

5 welatiyên sivîl birîndar bûne. 4 leşkerên hikûmeta Sûriyê birîndar bûne.

NÎSAN

5 şervanên HSDê canê xwe ji dest dane. 5 şervanên HSDê birîndar bûne. Welatiyekî sivîl canê xwe ji dest daye. 16 welatiyên sivîl birîndar bûne.

GULAN

4 şervanên HSDê canê xwe ji dest dane. Şervaneke HSDê birîndar bûye. 15 welatiyên sivîl birîndar bûne. 5 zarok birîndar bûne.

HEZÎRAN

Welatiyekî sivîl canê xwe ji dest daye. 2 zarokan canê xwe ji dest dane. 17 welatiyên sivîl birîndar bûne. 2 zarok birîndar bûne. 8 leşkerên hikûmeta Sûriyê birîndar bûne.

TÎRMEH

9 şervanên HSDê canê xwe ji dest dane. 7 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane. 3 zarokan canê xwe ji dest dane. 2 leşkerên hikûmeta Sûriyê hatine kuştin. 4 leşkerên hikûmeta Sûriyê birîndar bûne. 3 şervanên HSDê birîndar bûne. 60 welatiyên sivîl birîndar bûne. 6 zarok birîndar bûne.

TEBAX

15 şervanên HSDê canê xwe ji dest dane. 8 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane. 9 zarokan canê xwe ji dest dane. 20 leşkerên hikûmeta Sûriyê hatine kuştin. 7 leşkerên hikûmeta Sûriyê birîndar bûne. 42 welatiyên sivîl birîndar bûne. 24 zarok birîndar bûne.

ÎLON

7 şervanên HSDê canê xwe ji dest dane. 4 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane. 9 welatiyên sivîl birîndar bûne. 3 leşkerên hikûmeta Sûriyê birîndar bûne.

COTMEH

Şervanekî HSDê canê xwe ji dest daye. 2 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane. Leşkerekî hikûmeta Sûriyê hatiye kuştin. 5 leşkerên hikûmeta Sûriyê birîndar bûne. 4 zarok birîndar bûne.

MIJDAR

17 şervanên HSDê canê xwe ji dest dane. 6 şervanên HSDê birîndar bûne. Rojnamevanekî canê xwe ji dest daye. 11 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane. 27 leşkerên hikûmeta Sûriyê hatine kuştin. 27 leşkerên hikûmeta Sûriyê birîndar bûne. 33 welatiyên sivîl birîndar bûne. 2 zarok birîndar bûne.