Mesrûr Barzanî: Macaristan yek ji wan welatan bû ku bersiv da daxwaza mirovahî ya demên tarî

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje ku Macaristanê gelek alîkarî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine û yek ji wan welatan bû ku “bersiva daxwazên mirovî yên demên tarî da” û anî ziman, “Em hewlên Macaristanê yên ji bo piştgirîkirina penaberên li Herêma Kurdistanê girîng dibînin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina Dibistana Meltho ya Navdewletî a li Enkawe ya Hewlêrê de gotarek pêşkêş kir û spasiya Serokkomar û Hikûmeta Macarîstanê kir ku di “rojên dijwar” de alîkariya Herêma Kurdistanê kirine û ragihand, “Berhemên wan hewlan diyar in.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokkomara Macaristanê Katalin Novak îro Şemiyê 10ê Berfanbara 2022an li navçeya Enkawe ya Hewlêrê Dibistana Meltho ya Navdewletî bi fermî vekirin.

Mesrûr Barzanî got, “Enkawe di şerê li dijî DAIŞê de navendeke herêmî bû di sala 2014an de. Ji wê demê ve bûye cihê ku hêvî û pêkvejiyan lê geş bûye. Macaristan yek ji wan welatan bû ku bersiv da daxwaza mirovahî ya demên tarî. Ez jî kêfxweş im ku Serokkomar Novak îro li vir bi me re ye. Em hewlên Macaristanê yên ji bo piştgiriya penaberên li Herêma Kurdistanê girîng dinirxînin.”

Macaristan yek ji wan welatan bû ku piştî êrîşa sala 2014an a DAIŞê, alîkariya leşkerî û mirovî pêşkêşî Iraqê kir û bû endamê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê. Niha 170 serbaz û şêwirmendên leşkerî yên wî welatî di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de li Başûrê Kurdistanê û Iraqê hene.

Li ser vê yekê Mesrûr Barzanî eşkere kir ku Macaristan yek ji wan welatane ku “bersiva daxwazên mirovî yên demên tarî da” û kêfxweşiya xwe jî li hember serdana Serokkomara wî welatî bo Herêma Kurdistanê nîşan da.