Serokkomara Macaristanê li Hewlêrê Dibistana Meltho ya Navdewletî vekir

10-12-2022
RÛDAW
Nîşan Dibistana Meltho ya Navdewletî Macaristan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomara Macaristanê Katalin Novak îro Şemiyê li navçeya  Hewlêrê bi fermî Dibistana Meltho ya Navdewletî vekir ku li ser erkê bernameya hevkariya Macaristanê bi qasî 4 milyon û 500 hezar dolaran hatiye avakirin.

Ev dibistan li ser rûberê 10 hezar metre çargoşe hatiye avakirina û ji 3 avahiyan pêk tê bexçeyê zarokan û pola 1 heta 12an li xwe digire.

Hejmarek zarokên bexçeyê zarokan di sîstemeke nûjen de dixwînin wekî beşek ji Dibistana Meltho ya Navdewletî li Enkawe ya Hewlêrê ku li ser navê bernameya hevkariyê ya Hikûmeta Macaristanê, bi bihayê 4.5 milyon dolaran hatiye avakirin.

Rêveberê Çavkaniyên Mirovî yê Dibistana Meltho ya Navdewletî Hogir Yelda ji Rûdawê re ragihand, “Sabis serpereştiya Meltho dike û xwendekar ji pergalê pir rehet in ji ber ku ev sîstem wan dihêle ku ji bilî akademiyê di heman demê de kesayetiyan jî li cîhanê dirust bikin.”

Çîroka dibistanê dema ku metranên dêrên Kildanî, Suryanî û Aşûrî yên Herêma Kurdistanê, Kerkûk û Mûsilê di sala 2018an de bi Serokwezîrê Macarîstanê re hevdîtinek pêk anîn û ji pirsî ka daxwazên wan çi ne. Metranan ji bo dabînkirina paşeroja zarokan alîkarî xwest, lewra Serokwezîrê Macaristanê biryar da ku mesrefa avakirina dibistanekê bigire ser xwe. Erdê dibistanê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye dabînkirin.

Serpereştyarê Dibistana Meltho ya Navdewletî Metran Mar Nicodemus David Matthew Şeref got, “Em li paşeroja zarokên xwe digerin. Em dixwazin zarokên me bi serbilindî, bi kalîte bixwînin, ji me re gotin ku eger em bixwazin zarokên me bixwînin, dê alîkariya me bikin ku dibistan ava bikin.”

Xwendekar beşdarî du qonaxên wek baxçeyê zarokan û polên 1 heta 12 dixwînin. 85 xwendekar li dibistanê dixwînin. Xwendekar Annabella Giroux anî ziman, “Em gelek sipasiya wan dikin ku pere dane wan xwendekaran û ev dibistan duristkirine.”

Ev dibistan bi amadebûna Serokkomara Macaristanê Katalin Novak û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Patrîkê Dêra Ortodoks a Suryaniyan li Cîhanê bi awayekî fermî hat vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst