کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Serokomara Macaristanê li gel jinên rizgarbûyî yên Kurdên Êzidî civiya

Helebja Sadon

Helebja Sadon

10-12-2022
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Helebja Sadon
Helebja Sadon10-12-2022

Nûçeyên Têkildar

Nêçîrvan Barzanî: Em bikaranîna zimanê leşkerî ya li dijî Herêma Kurdistanê red dikin
Kurdistan24-11-2026

Nêçîrvan Barzanî: Em bikaranîna zimanê leşkerî ya li dijî Herêma Kurdistanê red dikin

Bafil Talebanî li ser biryarên Îraqê daxuyaniyek belav kir
Kurdistan24-11-2026

Bafil Talebanî li ser biryarên Îraqê daxuyaniyek belav kir

Rêber Ehmed: Em pêbendî biryarên li dijî destûrê nabin
Kurdistan24-11-2026

Rêber Ehmed: Em pêbendî biryarên li dijî destûrê nabin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomara Macaristanê Katalin Novak îro li gel hejmarek ji jinên Kurdên Êzidî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne civiya. Yek ji wan keçan ji Rûdawê re dibêje ku wan azar û xemên keç û jinên Êzidî ji bo Serokkomara Macaristanê ragihandin.

Serokkomara Macaristanê Katalin Novak di seredana xwe bo Herêma Kurdistanê de li gel 15 jinên êzîdî yên rizgarbûyên destê DAIŞê civiya.

Di kombûneke girtî û dûr ji çavên medyayê, guh li êş û azarên wan girtin.  Her jinekê behsa çîroka revandina xwe kir .

Rizgarbûya ji destê DAIŞê Şêrîzan Ferhan li gel 2 xwişkên xwe di sala 2014an de ketibûn destê DAIŞê, piştî salekê hatine rizgarkirin, lê heta niha çarenivîsa xwişkên wê nediyar e.  Wê jî çîroka xwe û xwişkên xwe ji bo Serokkomara Macaristanê vegot.

Rizgarbûya ji destê DAIŞê Şêrîzan Ferhan got: “Heta niha em di kampan de nû û heta niha windahiyên me hene. Herwiha heta niha hinek ji me li Iraqê mane û hinek ji me çûnê dewletên din. Pêwistiya me bi alîkariyê û ti alîkarî ji me re nehatine kirin. Me jê re behsa van hemûyan kir.”

Şêrîzan Ferhan herwiha da zanîn ku Serokara Macaristanê ti soz ji wan re neda lê gotiye ku tişta ji destê wê bê dê ji bo wan bike.

Li Herêma Kurdistanê 23 kampên Kurdên Êzidiyan hene. Wan 15 keçan nûnertiya wan kampan dikir.

Li gor Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî ji Destê DAIŞê ya ser bi Serokatiya Herêma Kurdistanê dîdar û kombûnên bi vî rengî girîng in ji bo gihandina dengê wan keç û jinên Êzidiyan bo civaka navnetewî.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî ji Destê DAIŞê Hisên Qaidî got: “Gelek xal girêdayî ne bi rewşa Êzidiyan ve, weke gorên bi komî û avakirina navendên tendirustî ji bo dirustkirina rewşa wan a derûnî. Serokkomara Macaristanê soz da ku bi hûrî li ser vê mijarê bisekîne û di hevdîtinên xwe yên ligel welatên Ewropayê behsa mijara rewşa Êzidyên revandî bike daku alîkarî ji wan re were kirin.”

Ji hejmara 6 hezar û 417 girtiyên Kurdên Êzidî yên ji destê DAIŞê, heta niha 3 hezar û 562 hatine rizgarkirin, piraniya wan li Sûriyê bûn û ji wir hatine rizgarkirin.

Pirsên