Li Wanê bo dema 2 rojan çalakî hatin qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bo dema 2 rojan hemû çalakiyên wek meş, xwepêşandan, daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên rûniştinê ji aliyê parêzgariyê ve hatin qedexerkirin.

Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku, di rojên 11 û 12ê Kanûna 2022an de hemû çalakiyên weke, daxuyaniyên çapemeniyê, xwepêşandan, kampanyayên îmzeyan, belavkirina belavokan, vedana kon û vekirina standan li wê parêzgehê hatine qedexekirin.

Parêzgariya Wanê di daxuyaniya xwe de îdia kiriye ku ev qedexe bi armanca rêgirtina li ber egera êrîş û çalakiyan û bûyerên tûndûtîjiyê hatiye ragihandin.

Ev di demekê de ye ji sala 2016an piştî hewla darbeya leşkerî ya 15ê Temmûzê ve bi berdewamî li parêzgeha Wanê qedexeya çalakiyan tê ragihandin û ew qedexe her 15 roj carekê tên dirêj kirin. Lê di rojên girîng de bo dema çend rojan careke din qedexeya çalakiyan ji aliyê parêzgariya Wanê ve tên ragihandin.

25ê Mijdara 2022an jî li Wanê di Roja Cîhanî ya Rûbirûbûna Tûndûtîjiya Dijî Jinan de qedexeya çalakiyan hatibû ragihandin. Qedexeya vê carê ya çalakiyan jî di demekê de ye îro 10ê Kanûnê Roja Cîhanî ya Mafên Mirov e û di vê rojê û çend rojên piştî wê de çalakiyên taybet bo balkişandina ser mafên mirov tên kirin.