Rêveberiya Xweser: Tirkiyê dixwaze jêrxaneya navçeyê wêran bike

10-12-2022
RÛDAW
Rêveberiya Xweser: Tirkiyê dixwaze jêrxaneya navçeyê wêran bike
Rêveberiya Xweser: Tirkiyê dixwaze jêrxaneya navçeyê wêran bike
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dibêje, Tirkiyê dixwaze jêrxaneya Rojavayê Kurdistanê wêran bike.

Hevseroka Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Jîngehê li Bakur Rojhilatê Sûriyê Îlham Mitlî got, Tirkiyê gelek cihên xizmetguzariyê li navçeyên wan bombebaran û topbaran kiriye.

Îlham Mitlî diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo parastina xwe, li hemberî êrîşî û tehdîdên Tirkiyê amadekariya xwe kiriye.

Mitlî dibêje: “Armanca Tirkiyê jinavbirina jêrxaneyê ye, ev yek jî, me di dema dawî de dît, çawa Tirkiyê dibistan û nexweşxane û navendên bijîşkî û gelek karên xizmetguzariyê li Bakur Rojhilatê Sûriyê kirin armanc. Eger çi êrîşek, li navçeyên Bakur Rojhilatê Sûriyê bê encamdan, em dê dest di dest de, li hember wê êrîşê rawestin, em û Hêzên Sûriyeya Demokratîk. Eger çi dijminkariyek bibe, helbet gelên Bakur Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk dê yek dest bin, tevî ku em ti şer naxwazin, ne ji Tirkiyê û ne jî ji ti dewleteke din ji cîhanê, em şer naxwazin, lê eger Tirkiye berdewam be û bixwaze êrîşekê li ser van navçeyan bike û di gef û binpêkariyên xwe de berdewam be, li dijî van navçeyan, êdî em dê amade bin û em dê bi berxwedana xwe biser bikevin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst