Li Şehbayê sotemenî û elektirîk gelek kêm bûye

10-12-2022
Hisên Omer
Ji ber dorpêça hikûmeta Sûriyê, li Şehbayê sotemenî û elektirîk gelek kêm bûye
Ji ber dorpêça hikûmeta Sûriyê, li Şehbayê sotemenî û elektirîk gelek kêm bûye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dorpêça li ser navçeya Şehba û herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Kurdnişîn li Helebê nehatiye rakirin. 15 tankerên sotemeniyê bo navçeyê hatine şandin, lê Berdevkê Rêxistina Mafên Mirov- Efrîn Îbrahîm Şêxo, got mazota hatiye navçeyê tenê ji bo sektora xizmeguzariyê bûye.

Navçeya Şehba li bakurê Helebê hêj di jêr dorpêça tund a hêzên hikûmeta Sûriyê de ye. Zarokên koçber ên Efrînê ji sotemenî û pêdiviyên jiyanê bêpar mane.

Dilopek mazot negihiştiye koçberên Efrînê li nav van konên peritî û sar. Di encam de gelek dîmenên dilhejên ji nav kampên koçberiyê belav bûne.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirov-Efrîn Îbrahîm Şêxo ji nav kampeke koçberên Efrînê li Şehbayê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got mazota ku hatiye navçeyê tenê ji bo sektora xizmetguzariyê bûye.

Şêxo ji Rûdawê re got, rewşa taxên kurdnişîn li Helebê jî hîn wek berê xirab e.

Li gor çavkaniyên ku ji navçeya Şehbayê ji Rûdawê re axivîne, du meh e navçe bi 100.000 koçberên Efrînê û 50 hezar nişteciyên resen, di jêr dorpêçê de ye. Ne tenê sotemeniya xwegermkirinê, lê hemû pêdiviyên jiyana rojane êdî peyda nabin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst