PAK: Bila NY xalên Beyannameya Mafên Mirovan a Cîhanê bicih bîne

10-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê bi boneya 10 Kanûnê Roja Cîhanî ya Mafên Mirov peyamek belav kir û bang li Neteweyên Yekbûyî dike ku xalên Beyannameya Mafên Mirovan a Cîhanê bicih bîne.

Roja 10ê Kanûna 1948an de “Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan” a  ji 30 xalan pêkhatî, di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî de hate pejirandin û ev roj weke  Roja Mafên Mirovan a Cîhanê tê pîrozkirin.

Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan piştî Şerê Duyem ê Cîhanê hate pejirandin ku di we demê de mafên mirovan gelekî dihate binpêkirin. Piştî rûxandina Nazîzim û faşîzm a ku di dîroka mirovahîyê de rûreşîyeke mezin e, ji bo ku mirovahî careke din tûşî rewşeke weha nebe, Netewên Yekbûyî ev danezana pesind kiribû.

PAK amaje bi wê yekê kir ku  di demeke kurt de, diyar bu ku wan dewletên ku Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan qebûl kiribûn, wan bi xwe ev danezana binpê kirin û dibêje: “Piştî  Şerê Duyem ê Cîhanê, du blok derketin holê. Bloka Rojava û Bloka Rojhilat. Mixabin herdu Blokan jî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ji bo berjewendîyên xwe bikar anîn. Her Blokekê mafên mirovan binpê dikirin, lê li himberî binpê kirina mafê mirovan ya di Bloka din de dibû parastvanê Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan. Di eslê xwe de herdu Blokan jî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan binpê dikirin. Bi taybetî jî di derbarê miletên bê dewlet de, her du Blokan lî mafên mirovan, mafên miletan paşguh dikirin, lê xwedî  dernediketin û çavên xwe ji binpê kirina mafên mirovi û netewî yên miletên bê dewlet re diniqandin.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de PAK diyar dike ku piştî “sîstema du blokî” rûxa jî ew neheqîya ku li miletên bê dewlet jî, li gelên din jî dihate kirin, binpê kirina mafê mirovan jî  her berdewam bû û radigihîne: “Îro heger em behsa miletên ku mafên wî yê mirovî û netewî tê binpê kirin bikin, bêyî teredut, em dê bibînin ku miletê Kurd di rêza yekem de ye. Cihê mixabinî ye ku yekemîn saziya ku Danezana Mafên Mirovan a Cîhanê binpê kiriye, pêwîstîyên wê bicîh neanîye û vê danezanê neşopandiye, dîsa Neteweyên Yekbûyî bixwe ye.”

PAKê bal kişandiye êrişên DAIŞê yên li dijî Kurdan û dibêje: “Di serî de xuşk û biryên me yên Kurdên Êzidî,  lê hemû miletê Kurd li ber çavên Netewên Yekbûyî, tûşî êrîşên hovane yên DAIŞê bûn. Îro jî li ber çavên Netewên Yekbûyî,  miletê Kurd tûşî êrîşan, binpê kirinên  mafên mirovî û netewî dibe.”

PAK amaje bi wê yekê dike ku piştî qebûlkirina Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan heta niha tişteke berçav ji bo zimanê Kurdî û maf û azadiya Kurdan nehate kirin û dibêje: “Niha em dipirsin: Em demên ku beriya îmzekirina vê Danezanînê danîn alîyekî, ji 10ê Çileya Pêşîna 1948an û vir de, ji bo zimanê Kurdî yê qedexekirî, ji bo maf û azadiyên neteweyî yên Kurdan ên binpêkirî, ji bo komkujî û qirkirinên ku li ser Kurdan hatine pêkanîn, ji bo îşkence û zindanîkirinan, ji bo mafên azadiya fikirandin û birêxistinkirinê yên binpêbûyî ên gelê Kurd, Neteweyên Yekbûyî heta niha çi kiriye? Ji bo Kurdên ku mafên wan di her 30 xalên Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de bi awayekî eşkere hatine binpêkirin Netewên Yekbûyî  heta niha çi kirîye?”

PAK herwiha bang li desthilatdariyên Tirkiye, Îran, Sûriy û Iraaê  dike ku pêdiviyên Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan bicîh bînin.

Herî dawî PAK dibêje: “Em di 74emîn salvegera pejirandina Roja Gerdûnî ya Mafên Mirovan de bang li Neteweyên Yekbûyî û welatên têkildarî wê û parêzvanên mafên mirovan dikin: Guh bidin qêrîna mirovî ya gelê Kurd ku ji 50 mîlyonî zêdetir in. Ji bo bicîhanîna mafên mirovî yên bingehîn ên gelê Kurd, ji bo bidestxistina mafên Kurdan ên ku di nav Danezana Gerdûnî ya Mefên Mirovan de hatine pênasekirin, em bang li we dikin ku demildest gavan biavêjin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst