Mesrûr Barzanî û Serokkomara Macaristanê rewşa Kirîstiyan û pêkhateyan gotûbêj kirin

10-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokkomara Macaristanê dest pê kir ku tê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Macaristanê de, rewşa Kirîstiyanan û pêkhateyên din ên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Şemiyê 10ê Berfanbara 2022an bi Serokkomara Macaristanê Katalin Novak re civiya. Di hevdîtinê de peywendiyên dualî, şerê li dijî DAIŞê û rewşa Kirîstiyanan û pêkhateyên din ên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê dê hatin nirxandin.

Biryar e îro Mesrûr Barzanî û Katalin Novak serdana Enkawayê bikin û dibistaneke ku bi budceya Hikûmeta Macaristanê hatiye avakirin vekin.

Serokkomara Macaristanê Katalin Novak roja Înê 9ê Berfanbara 2022an bi serdanekê gihîşt Herêma Kurdistanê û li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê di merasimeke taybet de ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Li ser civînê Serokatiya Herêma Kurdistanê got, “Peywendiyên Macaristanê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, proseya siyasî û rewşa Iraqê bi giştî, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û guftûgoya çareserkirina pirsgirêkan, şerê li dijî terorê û metirsiya DAIŞê, rewşa penaberan û pêkhateyên li Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomara Macaristanê teqezî li ser daxwaza xwe ya dualî ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Macaristanê de kirin.

Ji Tebaxa 2014an ve şêwirmendên Macaristanê ji bo alîkariya Wezareta Pêşmerge li Herêma Kurdistanê ne. Macaristanê di şerê li dijî DAIŞê de alîkariya leşkerî û şêwirmendiyê pêşkêşî Herêma Kurdistanê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst