Platforma Zimanê Kurdî: Zimanê me Kurdî û welatê me Kurdistan e

10-12-2021
RÛDAW
Nîşan Nusrettin Maçîn Ayşe Surucu Platforma Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Zimanê Kurdî derbarê dûrxistina Parlamenterê HDPê yê Rihayê Nusrettin Maçîn ji ber peyva Kurdistanê ji parlamentoya Tirkiyê û qutkirina axavtina Parlamenterê HDPê Ayşe Surucu ji ber Kurdî li şermezar kir û tekez kir, “Em vê helwestê qebûl nakin!” û tekez dike, “zimanê me Kurdî û welatê me Kurdistan e.”

Platforma Zimanê Kurdî amaje bi wê dike, “Roja 8ê meha 12 an li parlamentoya Tirkiyê budceya salane dihate nîqaşkirin. Di vê navê re parlamenterê HDP ê birêz Nusrettîn Maçîn têgeha Kurdistan bikaranî. Ji ber bikaranîna têgeha Kurdistan ceza li birêz Nusrettîn Maçîn hat birîn.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye bibîrxistin, “Dîsa di heman rûniştinê de Parlamentera HDP Ayşe Surucu xwestibû ku di nava axavtina xwe de çend gotinan bi Kurdî jî bibêje. Lê Serokê parlamentoya Tirkiyê mikrofona birêz Ayşe Surucu qut kir. Dengê parlamentera Kurd hat birin.”

Platforma Zimanê Kurdî van herdû bûyeran “şermezar dike û mafê azadiya fikrî diparêz e” û dibêje, “Ev herdû bûyer zelal nîşan didin ku welatê Kurdan û zimanê Kurdî hîn jî di parlamentoya Tirkiyê de nehatiyê serifandin. Nehatiye qebûlkirin. Nehatiye famkirin. Hîn zimanê Kurdan û welatê wan weke ku di rastiya civaka Kurdan de heye nayê pejirandin.”

Platforma Zimanê Kurdî hejmareke pirsan jî araste dike, “Heke bi rastî wê pirsa Kurdan li parlamentoya Tirkiyê were çareserkirin- weke ku hinek alî dibêjin- ma wê çareserkirin di înkarkirina Zimanê Kurdî û têgeha Kurdistan re derbas bibe? Ma wê ev ji bona Kurdan çawa çareserî be gelo? Heke hûn ziman û navê welatê me qebûl nekin, hûn ê çiyê Kurdan qebûl bikin? Heke parlamenterên Kurdan li parlamentoya Tirkîyê nikaribin bi zimanê xwe bi axivin, heke parlamenterên Kurdan nikaribin fikir û ramanên xwe bi azadî bînin ziman, ma bila ji siyaseta we ya çewt re tenê destê xwe bilind bikin?”

Di daxuyaniyê de hatiye tekezkirin, “Ew ên ku vê helwestê dipejirînin û bêdeng dimînin em şermezar dikin! Ev yek ji aliyê Kurdan ve ti caran nayê qebûlkirin”

Platforma Zimanê Kurdî “xwedî li birêz Nusrettîn Maçîn û Ayşe Surucu derdikeve û mafê wan ê ku fikir û ramanên xwe bi azadî bînin ziman diparêz e.” Zimanê me Kurdan Kurdî yê, bi milyonan Kurd bi vî zimanî diaxivin û welatê wan jî Kurdistan e! Birêz Nusrettîn Maçîn û Ayşe Surucu ne bi tenê ne, bi milyonan Kurd piştgirtiya wan dikin!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst