Li Qamişlo malbatek di maleke kavil de dijî

10-12-2020
RÛDAW
Zarok dibêjin, xewna wan jî ew e weke zarokên din biçin dibistanê
Zarok dibêjin, xewna wan jî ew e weke zarokên din biçin dibistanê
Nîşan Qamişlo Rojavayê Kurdistanê Kurd Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê malbateke Kurd di maleke kavil û rewşeke xerab de dijî. Ew malbat bêmal maye û zarok jî sêwî ne.

Heqî Nejdet Mihemed Elî  xelkê taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo ye, ji destpêka aloziya Sûriyê ve, bi malbata xwe re koçberî herêma Kurdistanê bû, û li kampa Domîz  ya li Dihokê bicî bû.

piştî ku bavê Mihemed wefat dike, bi malbata xwe re koçberî Tirkiyê dibe, bêtirî 5 salan li wir dimîne û bi derketina pirsgirêkekê di navbera wî ciwanên Tirk de,  hikûmeta Tirkiyê Heqî û malbata wî bi rêya dergehê Babeselam bo Sûriyê vedigerîne.

Ew malbat jî bi zor zehmetî xwe digihînin bajarê Qamişlo, nêzî salekê ye li Qamişlo dijîn. Mihemed Elî roja 03.02.2020 beşdarî leşkeriya neçar dibe û erka wî li devera Til Koçer dikeve.

Heqî Nejdet Mihemed Elî berî 4 mehan li ser sînor bi guleyekê birîndar bû û hêj nikare baş tev bigere û nikare ti karî bike.

Niha Heqî û kurê xwe û 4 xwşk û dayika xwe li bajarê Qamişlo, di kavilekî de ne, di xaniyekî bêderî û bêpencere de dijîn, ji hemû pêdiviyên jiyanê bêpar in, rewşa tendirustî ya dayika wî jî xerab e û rojane pêdiviya wê bi çavdêriya bijîşkî heye,

Heqî dibêje ew nikare kar bike û malbata xwe xwedî bike û ji neçarî di nav van dîwarên rût de dijî, ku ev çend roj in kesên xêrxwaz alîkariya malbata wî dikin.

Xwîkên Heqî yên biçûk dixwazin wek zarokên her malbatê bi mal bin, paqij bin cilên şûştî li wan bin û tevî hevalên xwe biçin dibistanê, ji xwendin û lîstikê bêpar nebin.

Heqî dixwaze bi rêya Rûdawê banga xwe bighîne her alî û kesên xêrxwaz û hêvî dike ku di vê qeyrana aborî de alîkariya wî û kesên wek wî hejar bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst