Mihemed Îsmaîl: Me biryar daye li deverên Kurdî hilbijartin pêk were

10-12-2020
RÛDAW
Sekretê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl
Sekretê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl
Nîşan Mihemed Îsmaîl ENKS Rojavayê Kurdistanê KURD PDK-S
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekretê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl dibêje, di demeke nêzîk de danûstandinên aliyên Kurdî dê destpê bikin û tekez jî dike, “Me li hev kiriye ku salek piştî rêkeftinê li deverên Kurdî hilbijartin pêk were.”

Sekretê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa rewşa danûstandinên aliyên Kurdî kir.

Mihemed Îsmaîl aşkere kir ku şandeke Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) duh, li gel nûnerê nû yê Amerîkayê civiya.

Derbarê naveroka civînê de jî Mihemed Îsmaîl dibêje, behs li ser stratejiya danûstandinên Kurdî-Kurdî hat kirin “danûstandin ji cihê rawestiyabû dê berdewam be û Amerîka jî dê alîkar be. Me wek ENKSê da xuyakirin ku em cidî ne û rêkeftin ne li dijî ti aliyekî ye.”

Mihemed Îsmaîl dibêje, rojek ji bo destpêkirina danûstandinên aliyên Kurdî nehatiye destnîşankirin û tekez dike, “Lê di demek nêzîk de danûstandin dê destpê bikin. Eger aliyê garantor ne amade be, giftugo dê paş bikevin.”

Derbarê xalên ku di gera bê de gotûj li ser bên kirin jî Îsmaîl dibêje, “Hinek xalên girîng û sereke yên rêveberiyê mane, şêwazê beşdarbûna ENKSê di rêveberiyê de… ez tekez dikim, ENKS nehatiye tevlî îdarê bibe weke hizbekê, ENKS aliyekî siyasî yê girîng e û divê hevbeşiyeke rasteqîn hebe. Piştî wê meseleya leşkerî ye. Heta tifaq li ser hemû xalan çê nebe rêkeftin çê nabe. ”

Sekretê Polîtburoya PDK-S dibêje, “Divê ENKS şirîkê biryarê be. Divê Encûmena Yasadanînê nîvî bi nîvî be. Me ne gotiye bila hemû karmend û endam nîvî bi nîvî bin.”

Derbarê encamdana hilbijartinan li deverên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de jî Mihemed Îsmaîl dibêje, “Rêkeftina me Kurdî-Kurdî ye. Me ti peywendî bi Reqa û Dêrezorê nîne. Em nabin desthilat li ser xelkekî din ku em miletê xwe biêşînin. Me biryar daye salek piştî rêkeftinê li deverên Kurdî bi hev re dest bi hilbijartinê bikin. Me rêkeftin kiriye ku Lêvegera Kurdî li deverên Kurdî ye…”

Li ser dema serkeftina danûstandinên aliyên Kurdî Mihemed Îsmaîl dibêje, “Ne diyar e, lê me gavên baş avêtine û astengiyên cidî jî hene, em weke ENKSê cidî ne.” Îsmaîl tekez jî dike ku hebûna kadroyên ne Sûrî li Rojavayê Kurdistanê pirsgirêkeke mezin û divê bê çareserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst