Li Amedê ji binê 3 giran ji 6 hezarî zêdetir berhemên dîrokî hatin derxistin

Hewlêr (Rûdaw)  - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê berhemên dîrokî yên ji binê 3 girên ku dê bikevin binê bendava li ser Çemê Embarê, hatin derxistin û wek halên wan ê bi hezaran salan tên amadekirin.

Li ser Çemê Embarê dê ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) bendavek bê avakirin û girên Embar, Kendalê Hecala û Girê Fila di binê bendavê de binînin.

Ji sala 2018an vir ve bi serokatiya Rêveberiya Muzeya Amedê û bi şêwirmendiya Prof. Dr. Tuba Okse ya ji Zanîngeha Kocaeliyê xebatên kolandinê dewam dikin.

Di encama van xebatan de hat zanîn di heyama navîn de cih û warên jiyanê li Girê Embarê dewam kiriye, li Kendalê Hecalayê jiyana demsalî meşiyaye, Girê Fila jî wek goristan hatiye bikaranîn.

Xebatên kolandinê yên li wir îsal dawî bûn, lê dê sala bê dewam bikin.

Heta niha ji 6 hezarî zêdetir berhemên ji heyama Beriya Zayînê ya 7 hezar sal berê hatin derxistin,  li ser berhemên ji wir hatine derxistin xebat dewam dikin.

Niha tîmeke ji arkeolog, restorator, antropolog û dîroknasên hunerê pêk tê li ser wan berheman di xebitin, wan paqij dikin, perçeyan tînin ba hev, belge dikin û wêneyên wan dikşînin.

Rayedar perçeyên hatine derxistin wek puzzleyan tînin cem hev û wek hezaran salên berê wan dikin yek perçe.

Arkeolog Ozlem Ekînbaş Can a xwendekara doktorayê ya Enstîtûya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Dîcleyê diyar kir ku ew bi ekîbeke ji 30 kesan pêk tê dixebitin.

Ozlem Ekînbaş Can got komek berheman paqij dike, hinek wan tînin ba hev, hinek belge dikin, hinek wan xêz dikin, hinek jî wêneyên wan dikşînin û wiha pê de çû: “Piştî van xebatan em radestî muzeyê dikin. Li avahiyê kolandinê xebateke pir hesas tê kirin. Xebatên li ser erdê dihatin kirin li vir jî dewam dikin. Berhemên hin caran bûne deh perçe em dikin yek û didin muzeyê.”