Hêzên hevpeymanan Pêşmerge ji êrîşên bayolojîk û kîmyayî re amade dikin

10-12-2019
Peyam Serbest
Peyam Serbest
Hêzên Pêşmerge
Hêzên Pêşmerge
Nîşan Herêma Kurdistanê Hêzên Pêşmerge Hevpeymaniya Navdewletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Navdewletî xûleke rahênana 2 ,000 Pêşmergeyên Zêrevanî bidawî tîne. Hêzên Hevpeymanan du mehan carekê rahênanê bi 2 hezar pêşmergeyan dikin û heta niha rahênan bi zêdetir ji 40 hezar pêşmergeyan kirine.

Beşek ji wan pêşmergeyên ku rahênan bi wan hatiye kirin, jin in ku hejmarek ji wan jinan jî ji pêkhateya Kurdên Êzidî ne. Berpirsê wê xûla serbazî dibêje, ew rojane pêşketinê di nav wan pêşmergeyan de dibînin.

Pêşmergeyên jin dibêjin, jinbûn li pêşiya wan û erkê wan ê leşkerî nebûye asteng û ew bi hez û hêviyeke mezin ve rojane 10 demjimêran rahênanê li gel pêşmergeyên din dikin.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê, Kolonel Myles Caggîns ji Rûdawê re ragihand, ew Hêzên Pêşmerge li ser nûtirîn mekanizmên şer perwerde dikin, ji bo ku bikarin di dema êrîşan û êrîşên kimyawî û jehrî de xwe biparêzin.

Kolonel Myles Caggîns diyar kir: “Me li vir rahênana hêzên serbazî yên bejayî heye, herwiha em rahênana parastinê ji bo Pêşmergeyên Jin encam didin û hejmarek rahênanên din jî wek rahênanên li ser êrîşên bayolojîk û kîmyayî. Hemû ew rahênan ji aliyê hêzên hevpeymanan ku ji çend welatan pêk hatine, tên encamdan.”

Fermandarê Navenda Hevahengiya Rahênanê ya Kurdistanê (KTCC), Kolonel Giuseppe Levato jî derbarê armanca lidarxistina wan xûlên rahênanê ji Rûdawê re got: “Li vir pêşkevtineke berçav dibînim di pêşmergeyan de û gelek hez dikin fêr bibin. Cuda ji wê yekê ku ji kîjan beşê ve hatine, çi Zêrevanî yan jî Bersivdana Bilez, ez gelek ji wan razî me, ew gelek amade û xwedan şiyan in.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst