Serokê Parlamentoya Îranê serdana Kirmaşanê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Parlamentoya Îranê, Elî Larîcanê îro serdana parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê kir.

Elî Larîcanî li Balafirxaneya Navdewletiya Kirmaşanê ji aliyê Parêzgarê Kirmaşanê û rayedarên din ên parêzgehê ve hate pêşwazîkirin.

Berpirsên parêzgeha Kirmaşanê herwiha ragihandine ku biryar e Wezîrê Enerjiyê yê Îranê jî îro bigihe vê parêzgehê.

Biryar e Elî Larîcanî û Wezîrê Enerjiyê yê Îranê di vê serdana xwe ya bo Kirmaşanê de 6 projeyên xizmetguzarî yên dabînkirina ava vexwarinê û projeyên brhemanîna elektrîkê vekin.

Serokê Enncûmena Hevahengiya Pîşesaziya Av û Elektrîkê li Kirmaşanê, Elîriza Text Şahî jî dibêje, di vê serdanê de dê projeya dabînkirina ava vexwarinê ji bo 55 gundên parêzgehê bê vekirin.

Li gor rayedarên parêzgeha Kirmaşanê, projeya pêşxistina şiyana Santrala Zagorsê ya bo berhemanîna elektîrkê li Bêston û Îslam Ava ya Rojava, vekirina 2 yekîneyên gazî li Santrala Dalahu ku dikarin 310 Mega Wat elektrîkê berhem bînin, û herwiha destpêkirina du projeyên mezin ên paqijkirina avê li qezayên Sehne û Sunqur jî di serdana Serokê Parlamentoyê û Wezîrê Enerjiyê bo vê parêzgehê de dest pê dike.

Elî Larîcanî herwiha dê bi rayedarên parêzgehê re jî bicive û di civîna Encûmena Rêveberiya Kirmaşanê de jî amade be.