Ji Osman Baydemir û Leyla Birlik re cezayê zindanîkirinê derket

10-12-2018
RÛDAW
Nîşan Osman Baydemir Leyla Birlik Zindanîkirin Ceza HDP
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Dadgeha Şirnexê biryara zindanîkirina parlementerên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemir û Leyla Birlik da.

 

Li gor medyaya Tirkiyê, di rûniştina dadgehê de bi tohmeta binpêkirina yasayên kombûn û meşê, cezayê salek û 6 meh zindanîkirinê ji Osman Baydemir û Leyla Birlik re hatiye dayîn.

 

Di sala 2015an de ji ber beşdariya meşekê li Şirnexê ji bo nîşandana nerazîbûna li hember ragihandina qedexeya derketina derve li navçeyên Sûra Amedê, Kerborana Mêrdînê, Cizîr û Silopiya Şirnexê, li ser parlementerên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemir, Leyla Birlik, Alican Onlu, Ayşe Acar Başaran, ji aliyê Dadgeha Şirnexê ve doz hate vekirin.

 

Dadger di rûniştina doza Osman Baydemir û Leyla Birlik de cezayê salek û 6 meh zindanîkirinê da her du parlementerên berê yên HDPê û dosyeya herdu parlementerên din ên HDPê ji dosyeyên Baydemir û Birlik hatin cudakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst