Li kampa Qana lehî rabû û 350 çadir binav bûn

10-12-2018
RÛDAW
Kampa Qana li başûrê parêzgeha Hesekê ye
Kampa Qana li başûrê parêzgeha Hesekê ye
Nîşan Heseke Kamp Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kampa Qana li Bbaşûrê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê di bin ava lehiyê de ma.

 

Di van rojên derbasbûyi de, li herêma Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê baraneke gur barî û gelek cih bin avê de hîştê.

 

Li Kampa Qana jî lehî rabû û çadirên kampê binav bûn û  koçberên kampa Qana dibêjin, ti alî yan rêxisitnê, heta niha bi hawara wan ve nehatine û rewşa wan weke di dîmenan tê dîtin  pir zehmet e.

 

Koçberê bi navê Rehbawî Ehmed wiha got: “Bi hatina baranê li tevahiya vê navçeyê, ev der bin avê de ma, çadirên xelkê ketin bin avê, û hîn kes xeniqîn, hîn kes karîbûn derkevin cîhên bilind. Me nedît ku rêxistinan alîkariya xelkê kir, ti rêxisitnê seredana me nekir, xelkê bi xwe alîkariya hev dikir. Rêveberiya kampê alîkariya me kir, lê ziyaneke mezin gîha kel û pelên xelkê.

 

Cîh û warek nemaye ku ev koçberana debara jiyana xwe têde bikin, koçberek dibêje, bi sedema rabûna lehiyên tavahiya çadiran binav bûne û cîhek tune ye têde razên.

 

 

Kober Xemîs Weriş jî got: “Lehî rabû û hemû amûrên me çûn, me gelek ziyan dît, ev e 5 rojin ti kes an ti alî bi hawara me ve nehatine, ti alîiyekî piştgiriya me nekiriye, xwarin û pêwîstiyên me tev ketin bin avê û çûn, di halê koçberiyê de, em karîset jî bi ser me de hat.”

 

Hejmara çadirên ku binav bûne, zêdeyi 350 çadiran e, û bo gotina van koçberan ku tiştê hatî ser wan, tofan bû.

 

Koçber Îmad Hemed jî wiha axifî: “Me hîvî nedikir ku ew tişt biqewime, baran bariya , lehî rabû û tofan hat, xelk şerpeze bûn, nêzîkî 350 çadiran wêran bûn.”

 

Kampa Qana li başûrê parêzgeha Hesekê ye û nêzîkî 450 çadirî li xwe digire, têde nêzî 6000 koçber dijî ku bêhtira wan xelkê Dêrrzor û Reqayê ne, ji ber şer û aloziyan dev ji warên xwe berdane, da ku ev çadirana, wan ji germa havînê û serma zivistanê biparêze, lê, lehiyê bi ser halê koçberiyê de, ew ji çadiran jî mehrûm kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst