Termê Prof. Dr. Cemal Nebez dê li Kurdistanê were bixakspartin

Hewlêr (Rûdaw) – Termê Profesor Dr. Cemal Nebez bi rêya Balafirxaneya Silêmanî tînin Kurdistanê.

 

Xwişka nivîskar û bîrmendê navdar ê Kurd mamoste Cemal Nebez, Nîmet Tofîq ragihand: “Em spasiya hemû wan kesan dikin ku bi boneya koça dawî ya Profesor Dr. Cemal Nebez hevxemiya xwe ji me re nîşan dane.”

 

Nîmet Tofîq di peyama xwe de dibêje: “Em termê mamoste Cemal Nebez tînin Kurdistanê û li ser axa pîroz a Kurdistanê tê veşartin. Termê wî ji Almanyayê tînin Balafirxaneya Silêmaniyê.”

 

Biryar e li Balafirxaneya Silêmaniyê merasîma pêşwazîkirina termê Profesor Dr. Cemal Nebez were encamdan.

 

Nîmet Tofîq dibêje: “Em weke malbata mamoste Cemal Nebez lêçûnên hemû xerciyan û anîna term û bixakspartin û merasîma cenazeyê digrin ser stûyê xwe.”

 

Roja şemiyê 08-12-2018an nivîskar û bîrmendê navdar ê Kurd Profesor Dr. Cemal Nebez di temenê xwe yê 85 salî de, ji ber nexweşiyekê li paytexta Almanyayê bajarê Berlînê koça dawî kir.