Li Wêranşarê înşeat hilweşiya: Hejmarek karmend di bin de mane

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Wêranşara Rihayê înseatek hilweşiya û çend karmend di bin de man.


Li taxa Konakê ya navçeya Wêranşara Rihayê înşeateke yekqatî ji ber sedema ku hê nehatiye diyarkirin, rûxiya.


Li gor agahiyên berdest di encamê de 6 karker birîndar bûn. Xebatên derxistina karkerê ku di binê kavil de maye, dewam dike.


6 karkerên ku di binê kavil da man bi destê welatiyên hatin derxistin û bo Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê hatin veguhastin.


Tîma hawarçûna bilez gihîştine cihê bûyer û çend makîneyên kar jî ji bo wê derê hatine şandin.


Herwiha xebatên lêgerîn û xelaskirina kesekî ku tê destnîşankirin di dema rûxînê da li wir bû û di binê kavil da maye, dewam dikin.


Ekîbên agirkujiyê xebatên xwe yên lêgerîn û xelaskirinê ligel makîneyên şixul dikin.


(A.B)