Li ser çiyayê Şingalê qutabxaneyek ji zarokên êzîdî re tê çêkirin

 

Şingal (Rûdaw) – Li ser çiyayê Şingalê dê medreseyek ji zarokên kurd ên êzîdî yên li ser çiyê dimînin, re bê çêkirin.

Qayîmeqamê bajarê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê Mehma Xelîl ji Rûdawê re got, dê li ser çiyayê Şingalê medreseyek ji zarokên êzîdî yên li ser çiyê dimînin, re were avakirin.

Mehma Xelîl diyar kir ku navê wê medreseyê dê “Qutaxbaxneya Seretayî ya Barzanî” be û dê 370 şagird, ji pola yekê heta nehê tê de bixwînin.

Qayîmeqamê Şingalê anî ziman ku tevahiya pêdiviyên wê qutabxanê dê ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve were dabînkirin.