Daxuyaniya Barzanî li ser danîna Ala Kurdistanê li Koşka Çankaya

10-12-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî spasiya Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu kiriye ji ber danîna ala Kurdistanê di hevdîtina wî û xwe de.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka hevdîtinên Barzanî bi rayedarên Tirk re daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Serok Barzanî duh danê êvarê bi li Koşka Aksarayê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Erdogan bi germî pêşwazî li Barzanî kir û serkeftina Pêşmerge di şerê Şingalê de li wî pîroz kir.

Li gorî daxuyaniyê, Barzanî û Erdogan li ser kirîza hatina hêzên Tirk bo devera Başîkê ya Mûsilê jî gotûbêj kirine û tekez kirine ku divê ew mesele bi rêya diyalogê were çareserkirin.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de behsa wê jî hatiye kirin ku Serok Barzanî û Serokomar Erdogan behsa pêwendiyên siyasî û aborî yên Hewlêr û Enqerê kirine û lazim dîtine pêwendiyên han xurt û bihêztir bibin.



Barzanî - Erdogan


Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtina Barzanî û Davûtoglu jî, ku piştî hevdîtina bi Erdogan re pêk hat, ragihandiye, Davûtoglu kêfxweşiya xwe bi dîtina Barzanî nîşan daye û gotiye, aramiya Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyê pir girîng e.

Li gorî daxuyaniyê, Davûtoglu li ser şerê DAIŞê jî gotiye, divê her du alî hevkariya hev bikin çimkî DAIŞ dijminê hevbeş ê her du aliyan e

Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku Barzanî û Davûtoglu behsa pêwendiyên Tirkiyê û gelê kurd kirine û pêşveçûnên ku di wî warî de çêbûne, anîne ziman.



Barzanî - Davûtoglu 


Serokatiya Herêma Kurdistanê behsa danîna ala Kurdistanê di hevdîtina Barzanî û Davûtoglu jî kiriye û ragihandiye, cara yekemîn e di dîroka pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de ala Kurdistanê li kêleka alên Iraq û Tirkiyê tê danîn. Barzanî ji ber vê yekê spasiya Davûtoglu kiriye.

Dema Barzanî li balafirxaneya Enqerê ji aliyê alîkarê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ferîdûn Sinilîoglu ve hat pêşwazîkirin jî ala Kurdistanê li kêleka alên Iraq û Tirkiyê hatibû danîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst