Li Zanîngeha Dîcleyê pevçûn derket

 

Amed (Rûdaw)- Li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê di navbera du komên cuda yên xwendekaran de pevçûn derket.

 

Hin xwendekarên Fakûlteya Îlahiyatê di çarçoveya çalakiya Klûba Ciwanên Zaniyar de ji bo "jidayîkbûna pêxember" standek vekirin.

 

Îro sibê hin xwendakaran bizav dan standê û paşê jî di navbera herdu koman de pevçûn derket û li ser vê yekê polîsan mudaxaleyî xwendekaran kirin.

 

Piştî bûyerê xwendekaran ders baykot kirin o dîruşm avêtin.

 

Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Amedê Alî Şimşek û Haize Ipek çûn zaningehê agahî standin.

 

Serokatiya Huda-Parê ya Amedê daxuyaniyek da û îdia kir ku kesên êriş standê kirîn alîgirên HDP/PKKê bûn.