“PYDê ji zeyta zeytûnan zêdetirî 100 milyon lîre berhev dike”

10-12-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Efrîn (Rûdaw)- Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, endam û alîgirên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)ê bac ji mal, dikan û kargehên berhemanîna zeyta zeytûnan standin. Tenê ji kargehan bi qasî zêdetirî 100 milyon lîreyên sûrî bac standin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, PYDê çend komîte li herêma Efrînê avakirin û dest bi berhevkirina bacan ji xelkê herêmê kirin.

Ew komîte ji xwediyê her kargeheke çêkirina zeyta zeytûnan 100 heta 150 teneke zeyt standin, herwiha ji dikanên ku kelûpelan bi koman difiroşin 50 hezar lîreyên sûrî, ji dikanên normal 15 hezar û ji dikanên biçûk û ofîsan jî 5 hezar lîre distînin.

Li herêma Efrînê ku bi çandina darên zeytûnan navdar e, nêzîkî 220 kargehên derxistina zeyta zeytûnan hene.

Bi vî awayî, eger alîgirên PYDê ji her kargehekê 100 teneke zeyt standibin dê 110 milyon lîreyên sûrî qezenc bike, ji ber ku niha teneka zeyetê bi 5000 lîre ye.

Komîteyên PYDê yên ku li ser xelkê û kargehan digeriyan digotin ku “YPGê bergiriyê li we dike û herêmên we ji îslamiyan diparêze, lewra divê win jî alîkariya wan bikin”.

Her li gor zanyariyên Rûdawê, Yekîneyên Parastina Gel YPGê yên girêdayî PYDê nahêle xwediyên kargehan zeyta xwe bi qaçaxî ji Efrînê derxînin û bigihînin Tirkiyê.

Herwiha çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) û grûpên ser bi Artêşa Azad ve jî herêma Efrîn dorpêç dikin.

Herêma Efrînê ku bi temamî di bin kontrola YPGê de ye, bi çandina darên zeytûnan û berhemanîna zeyta zeytûnan navdar e.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst