Li Dêrsîmê bîranîna Nelson Mandela

10-12-2013
SERKAN İNCE
A+ A-

Dêrsîm (Rûdaw) – Komek ji nûnerên rêxistinên siyasî û nûnerên civaka sivîl, li navenda Dêrsîmê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan, rêberê efsanewî yê Efrîqayê Nelson Mandela bibîr anîn.

 

Li ser navê koma ku ji nûnerên rêxistinên civaka sivîl û ji nûnerên rêxistinên siyasî pêk dihat, Mazlûm Dogan derheqê bîranîna Nelson Mandela re daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Mandela di jiyana xwe de ji bo pêkanîna aştî û azadiyê, li dijî nijadperestiyê têkoşiyaye.

 

Di daxuyaniyê de Dogan, digel Xelata Nobelê qala xelatên ku Nelson Mandela wergirtine jî kir û got ku ji ber neheqiya ku li Tirkiyê li Kurdan dihat kirin û binpêkirina mafên mirovan, Mandela di sala 1992an de Xelata Aştiyê ya Atuturk wernegirtiye.

 

Dogan, gotina Nelson Mandela ya ku “Xewn û xeyala civakeke azad û demokratîk ku tê de her kes lihevhatî dijî û xwedan heman mafan in, ti caran ji bîra min neçûye û naçe. Daxwaz û armanca jiyana min ev e, ger pêwîst bike ez dikarim ji bo vê xeyala dest ji canê xwe jî berbidim” bi bîr xist û got ew li ber têkoşîna serxwebûn û azadiyê ya Mandela serî ditewînin.

 

Piştî daxuyaniyê komê, gul û qurnefîl danî ber Bîrdariya Mafên Mirovan û bêdengî belav bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst