Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo diyar kir ku li Çiyayê Şingalê ji ber teqîna otomobîlekê 2 kesan canê xwe ji dest daye.
Li gorî gotina Heyder Şeşo ji ber ku cenazeyê wan kesên di otomobîlê de şewitîne nasnameya wan nehatiye zanîn.
Heyder Şeşo li ser bûyerê ji Rûdawê re axivî û wiha got:
"Li ser rêya Çiyayê Şingalê otomobîlek teqiyaye û 2 rêwiyên wê canê xwe ji dest daye.
Ji ber şewata cenazeyan nasnameya wan her du kesên di otomobîlê de bûne nehatiye zanîn.
Bûyer dorûbera saet 14:30an de pêk hatiye û diyar nîne bê ka otomobîl bi bombeyê hatiye teqandin an bi firokeyê hatiye bombebarankirin.”
Divê were gotin ku balafirên şer ên Tirkiyeyê baregehên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) gelek caran bombebaran dikin.
Heta niha YBŞyê û dezgehên fermî yên Tirkiyeyê li ser êrişê ti daxuyaniyên fermî nedane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse