Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku ji 253 kesên di xwepêşandanên qeyûman de hatine desteserkirin 33 kes hatin girtin.
4ê Çiriya Paşîn Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, Şaredariya Êlih û Şaredariya Xelfetiyê ya Rihayê tayîn kiribû.
Piştî tayînkirina qeyûman li seranserî Bakurê Kurdistanê xwenîşandan û çalakî li dijî tayînkirina qeyûman dest pê kiribû.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê îro derbarê bîlançoya xwepêşandan daxuyaniyek belav kir.
Li gor daxuyaniya wezaretê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 253 kesên ku beşdarî xwepêşandanên dijî danîna qeyûman bûne bi hinceta “endamtî û propagandeya PKKyê”, “dijderketina yasaya xwepêşandanê” û “zererdana hêzên ewlehiyê” hatin desteserkirin.
Derbarê wan kesan kar û barên yasayî berdewam dikin.
Kar û barên yasayî yên hinekan bi dawî bûne û di encama dadgehkirinê de derbarê 33 kesan de biryara girtinê hat dayîn.
Li 3 kesan jî cezayê hefsa malê hatiye birin.
Herwiha 37 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan û kar û barên yasayî yên 180 kesan jî berdewam dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse