Li Êlihê minîbus û traktor li hev qelibîn: 5 kes birîndar bûn

10-11-2024
RÛDAW
Nîşan Êlih Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kercosê ya Êliha Bakurê Kurdistanê minîbusekê ji paş ve li traktorekê da û 5 kes birîndar bûn.

Minîbusa ku şofêrê wê E.E. bû li ser rêya Kercos û Midyadê, li gundê Gulika ji paş ve li traktora ku şofêrê wê M.Ş. bû xist.

Di qezayê de traktor wergeriya, her du ajokar û 3 kesên di minîbusê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendursitiyê û cendirme çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kercosê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir