Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: Wezaret rê nade ku em otobusên nû bikirin

10-11-2024
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Bajarvanî û Guherina Avhewayê ya Tirkiyeyê Otobus
A+ A-

 Hewlêr (Rûdaw) – Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar kir ku Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherina Avhewayê ya Tirkiyeyê rê nade ku ew ji bi nava bajêr otobusên nû bikirin.

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê ragihand ku wan ji Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherina Avhewayê ya Tirkiyeyê xwestiye ku ji bo bajêr 150 otobusên nû bikirin lê wan ev yek red kiriye.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser hesabê xwe yê Xê li ser pirsgirêka kêmiya otobusên nav bajêr daxuyaniyek belav kir.

Di peyamê de li ser navê Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê hat gotin:

“Meclisa me biryar da ku ji bo bajêr em 150 otobusên nû bikirin û me serî lî Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherina Avhewayê da.

Wezaretê bersiv daye û dibêje ku di çarçoveya tedbîrên aborî de hûn dikarin tenê li şûna 14 otobusên têk çûne 14 otobusên nû bikirin.”

Serra Bucakê destnîşan kir ku li parêzgehê mijara veguhastina giştî pirsgirêk e û tenê bi 14 otobusan pirsgirêk nayê çareserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst