Li Hezexê qeza: Miriyek û 3 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezexê ya parêzgeha Şirnexê tankereke petrolê û otomobîlek li hev qelibîn, kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.
Şeva borî li navçeya Hezexê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê tankera petrolê ya ku A.S diajot û otomobîlek li hev qelibîn.
Di qezayê de 4 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.
Ji birîndaran Ozgur Malgaç tevî hewldanên bijîşkan jî li nexweşxaneyê mir.
Hat ragihandin ku şofêrê tankera petrolê piştî bûyerê hatiye desteserkirin.