Rûniştina yekem a doza Narînê: Kes li xwe mikur nehat

10-11-2024
RÛDAW
Nîşan Doza Narîn Guranê Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûniştina yekem a doza kuştina Narîn Guranê 3 rojan berdewam kir û biryara berdewamiya girtina tohmetbaran hat day3in.

Her wiha rûniştina dozê taloqî 26ê Kanûna Pêşîn hat kirin.

Rûniştina yekem a doza Narîn Gurana 8 salî ya ku li gundê Çilûyê yê Amedê “winda” bûbû û 8ê Îlonê termê wê di çemê nêzîkî gund de hatibû dîtin doh bi dawî bû.

Rûniştina yekem a dozê li Dadgeha 8emîn Cezayên Giran a Amedê hat kirin.

Li gorî îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye amadekirin tohmetbarên girtî apê Narînê Salim, dayîka wê Yuksel, birayê wê Enes û cîranê wan Nevzat Bahtiyar bi “bi hevkarî kuştina zarokan” tên tohmetbarkirin û ji bo wan cezayê heta hetayê tê xwestin.

Di roja 3yan a rûniştina dozê de birayê Narînê yê girtî Enes Guran parastina xwe kir.

Parêzerên Baroya Amedê destnîşan kir ku di îfadeyên wî de nakokî hene.

Enes Guran jî îdia kir ku ew dema desteserkirinê li rastî miameleya xirab hatiye.

Enes Guran diyar kir ku dema cenazeyê xwişka wî hatiye dîtin ew li mizgeftê bûye û dema ku jê re gotine hatiye dîtin jî wî bawer nekiriye û anî ziman:

“Ne Salim Guran û Nevzat Bahtiyar şahê wan jî were, nikare xwişka min ji mala min bibin.

Heger hewce bike min bi salan bixin girtîgehê, nehêlin ez malbata xwe bibînim lê min bi kuştina Narîna min sûcdar mekin.

Ez tenê ji bo Narîna xwe digirim. Ez li qatilê xwişka xwe digerim.

Eger ez, dêya min û Salim sûcdar bin bila ceza bidin me. Kî dizane û sûcdar e Xweda hezar carî cezayê wî bide.”

Li aliyê din, bavê Narîn Guranê, Arif Guran bi qehr ji salona dadgehê derket.

Parêzerê Enes Guran jî anî ziman, tevî ku biryara nepeniyê ya dosyayê heye hemû agahî hatine weşandin.

"Îdianame bi lez û bez hat amadekirin"

Parêzer diyar kir ku cih, dîrok û saeta kuştinê hîn ne diyar in û got:

“Îdianame ji ber zextên raya giştî bi lez û bez hat amadekirin.

Di qeydên ne zelal de diyar dikin ku kuştin li mala malbatê hatiye kirin, tê gotin ku Enes li malê bûye û beşdarî mirina Narînê bûye.

Ji ber liv û tevgerên Enes ên di nava rojê de ev tenê guman in. Bi van delîlan nayê îsbatkirin ku Enes ew kuştiye.

Di nav bi dehan dîmenên kamerayê yên hatine berhevkirin de delîleke ku diyar bike Enes Narîn kuştiye nîne.

Em hin belgeyên ku pêşkêşî me tên kirin wekî delîl qebûl nakin. Em dibêjin ku hinek dîmenên din hene.

Nevzat Bahtiyar pir xemsar e. 3 roj in ez çavdêriyê dikim. Ev mirov yan ji qedera xwe razî ye yan jî bi me dikene.

Derbarê berdewamiya girtina Enes de ez nêrîna dozgeriyê qebûl nakim. Ji bo muwekîlê xwe Enes Guran daxwaza berdan û kontrola edlî dikim.”

Piştî parastina tohmetbar û parêzerên wan navber hat dayîn.

Heyeta dadgehê piştî navberê daxwaza Arif Guran û parêzerê wî û Baroya Amedê û Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya ji bo tevlîbûna dozê qebûl kir.

Dadgehê daxwaza ku birayê mezin ê Narînê Baran Guran tevlî dozê were kirin jî red kir.

Her wiha tevlîkirina dîmenên ji herêma Darayê hat qebûlkirin û biryara guhdarîkirina gumanbarê bi navê R.A. hat dayîn.

Dedgehê ji ber îhtimala rev, veşartin an jî negirtinê biryar da ku girtina tohmetbaran bidome û rûniştin taloqî 26ê Kanûna Pêşîn kir.

50 baroyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi serpereştiya Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê li hola dadgehê amade bûn û wan rûniştina dozê şopand.

Gelek parlamenterên DEM Partiyê û nûnerên saziyên sivîl jî beşdarî rûniştina dozê bûn.

Li ser navê CHPyê jî Alîkara Serok Asu Kaya û Parlamenterê Amedê yê CHPyê Sezgîn Tanrikulu rûniştina dozê şopand.

Her wiha berpirsên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê jî li hola rûniştina dozê amade bûn.

Çi bûbû?

Narîn Gurana 8 salî, 21ê Tebaxa 2024an li gundê Çilûyê yê navçeya Rezanê yê Amedê “winda” bûbû û 8ê Îlonê termê wê di çemê nêzîkî gund de hatibû dîtin.

Ji wê demê ve Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê bûyerê de lêpirsînek dabû destpêkirin.

Li gorî rapora bijîşkiya dadî, Narîn Guran hatiye xeniqandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst