Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîner û nivîskar Seîd Veroj eşkere kir ku Kurdistan baxçeyekî bîr û baweriyan e û divê Kurd wî baxçeyî biparêzin.
Weqfa Lêkolînî û Çandî ya Kurdî (KURD-KAV) 9ê Çiriya Paşîn li Ameda Bakurê Kurdistanê bi beşdariya gelek akademîsyen û lêkoleran Konferansa “Li Kurdistanê Bîr û Baweriyên Ayînî” li dar xist.
Konferans li Demîr Hotelê ya li navçeya Sûrê hat lidarxistin.
Di konferansê de çîroka civatên dînî yên Kurdistanê bi taybetî yên wekî Yaresan, Kakeyî, Reya Heqiyê, Şebek û Êzidî taybetiyên wan ên bingehîn ên pênasekirinê, astên wan ên xuyabûnê û teşeyên wan, teşeyên rûbirûbûn-dûrxistina wan bi civatên Îslamî û rejîmên siyasî re û hwd. ji perspektîfa nav civatan û lêkolînên akademîk ve hatin nirxandin.
Moderatorê konferansê lêkolîner û nivîskar Seîd Veroj pirsên pêşkêşkarê Rûdawê Dildar Herkî ên li ser konferansê bersivandin.
Seîd Veroj, diyar kir ku konferansa wan gelekî baş derbas bû û wan plan dikir ku konferansê 2 rojan li dar bixin lê belê ji ber hin pirsgirêkan konferansê rojekê ajot.
Lêkoler Veroj diyar kir ku ji Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê lêkolîner û nûnerên baweriyên Kurdistanê yên wekî Hemîd Reza Huseyîn Şemsîniya, Xeyrî Îbrahîm Koro, Eyûb Kuxe Rustem Kerîm,Seîd Cirdo Meto, Nîmet Emîn Zehmetkêş, Hemît Riza Huseynî tevlî konferansê bûn.
Li gorî gotina Veroj, lêkoler Selahattînn Alî Arik jî ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê tevlî konferansê bûye.
“Nasnameya Kurdî li pêş nasnameya bîr û baweriyan e”
Seîd Veroj behsa naveroka konferansê jî kir û wiha got:
“Di konferansê de di gotarên beşdaran de nasnameya neteweyî li pêş bû.
Kurdbûn aliyên hevpar ên mêvanên konferansa me bû. Min moderatoriya konferansê kir û ez jî axivîm û yek bi yek min dem bi hemû beşdaran re derbas kir.
Kurdbûna wan di pêşiya bawerî û mezheba wan de bû.
Bawerî û mezhep diguhere lê netewe û nasname naguhere.
Birêz Nîmet Emîn Zehmetkêş ku Yarsan e xwest bi min re hevpeybînekê taybet bike û ez pê re bi Kirmanckî (Zazakî) biaxivim.
Nîmet Emîn Zehmetkêş got,’Ez dê dengê te bibim bi kesên bi Goranî diaxivin bidim guhdarîkirin.
Ez dixwazim xelkê me bizanibin bê ka çi qasî nêzîkahî di navbera Kirmanckî û Goranî de heye.’
Ez 10 heta 15 deqeyan bi Kirmanckî peyivîm.
Min jî jê pirsî bê çi qasî ji min fam kir. Kak Nîmet Emîn Zehmetkêş jî got, ‘Ji sedî 80ê min ji te fam kir.’
Ev diyar dike ku 2 Kurdên ku heta niha qet hevdû nedîtine dikarin hevdû fam bikin.
Ez Kurdekî Dimilî me, bi Kirmanckî dipeyivim Kurdekî Zaza me, ew Kurdekî Yaresan e. Ev rastî di navbera me de çêbû.
Belkî baweriyên me cuda ne lê em gelekî baş ji hevdû fam dikin.”
“Dagirker dixwazin nakokiyan di nava Kurdan de derxin”
Lêkoler Seîd Veroj amaje bi komkujiyên li ser Êzidî û Elewiyan jî kir û wiha got:
“Li gorî ku me dîtiye û me şahidî lê kiriye, em dizanin ku zexteke zêde li ser Elewiyan û Êzidiyên Bakurê Kurdistanê hebû.
Ev guvaş hem ji aliyê dewleta Tirkiyeyê hebûye û hem jî nakokî di nava Kurdan de hatine derxistin.
Xwestine di nava welatiyên Kurdistanê de nakokiyan derxin.
Beriya bi demekê me bi xwe dît ku li Parlamentoya Îraqê Êzidiyan wekî neteweyeke cuda nîşan bidin.
Ev bêyî Êzidiyan tê kirin, ev mîmarî û muhendîsiya civakî ye. Dixwazin ji cudahiyên ziman, mezheb û baweriyan îstîfade bikin û muhendîsiyê bikin.
Kurdistan baxçeyê bîr û baweriyan e. Şêweyên cûr bi cûr ên zimanên Kurdî li Kurdistanê hene.
Hêvî dikim hemû Kurd hişyar bibin û vî baxçeyî biparêzin û nebin keresteyê dagirkeran û cudahî û cihêkariyê nekin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse