RIHA - Nêzîkî hezar akademîsyenên biyanî Girê Keçel ziyaret kir

10-11-2024
RÛDAW
Nîşan Kongreya Neolîtîk a Cîhanê Girê Keçel Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nêzîkî hezar akademêsyên biyanê yên beşdarî Kongreya Neolîtîk a Cîhanê bûbûn Girê Keçel ziyaret kir.

Akademisyenên biyanî bi dîtîna Girê Keçel ê li Rihayê ku yek ji nîştecihên giring ê serdema Neolîtîk e, matmayî man.

Dîroka Girê Keçel vedigere berî 12 hezar salan.

Nêzîkî hezar akademîsyenên biyanî yên bi armanca Kongreya Neolîtîk a Cîhanî li Rihayê bûn çûn serdana Girê Keçel ku berî 4-5 salan xebatên kolandinê lê hatibûn destpêkirin.

Akademîsyenên biyanî li hemberî zêdeyî 250 peykerên wekî tîpa “T” yên li Girê Keçel matmayî man.

“Ez li hemberî Girê Keçel matmayî mam”

Dîroknasê ji Almanyayê  Prof. Herman Parzinger got:

“Kolandineke gelekî bal kêş hatiye kirin. Ez li hemberî Girê Keçel matmayî mam.

Tenê ne ji kolandinê, eger hûn derbasî aliyên din ên çiya bibin hûn dê kevirên weke `T` ku hatine daleqandin, bibînin. Ev tiştekî balkêş e.

Girê Keçel yek ji qadên arkeolojîk ên herî girîng e.”

“Girê Keçel nuwaze ye”

Şûnwarnasê Japonî Prof. Junzo Uçiyama jî bal kişand ser pêwendiya mirovên wê serdemê û çiyayan û got

“Min li vê derê berhemên bal kêş dîtin. Girê Keçel nuwaze ye û kelacana min zêde kir.

Welatê min Japon ji vê derê gelekî dûr e lê Girê Keçel gelekî cuda ye. Tevî vê yekê ez dikarim bêjim, hinek tişt dişibin hevûdu.

Mirovan ev çiyayên mezin wekî cihên pîroz qebûl kirine û mirovên cuda ev der ava kirine.”

Li Rihayê bi beşdariya nêzîkî hezar akademîsyenên biyanî di navbera 4 û 8ê Çiriya Paşîn a 2024an de Kongreya Neolîtîk a Cîhanî hat lidarxistin.

Ji 64 welatan û 487 saziyan, nêzîkî hezar akademîsyen beşdarî kongreyê bûn.

Girê Keçel 50 kîlometre li rojhilatê navenda Rihayê ye û li gundê Sêderiyê ye.

Dîroka wê jî vedigere berî 12 hezar salan û hevserdema Girê Miraza ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst