Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî vê hefteyê tê Herêma Kurdistanê.
Çavkaniyeke ji Kabîneya Îraqê ji Rûdawê re da zanîn ku dê Sûdanî were Hewlêr û Silêmaniyê û bi rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.
Li gorî agahiyên ku bi dest Rûdawê ketine, Sûdanî dê çarşemê were Başûrê Kurdistanê.
Hat zanîn ku dê Sûdanî li ser avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bi aliyên pêwendîdar re hevdîtinan bike û wan teşwîq bike da ku hikûmetê ava bikin.
Pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û rêyên çareserkirina wan dê mijareke din a hevdîtinan be.
Sûdanî piştî ku bûye Serokwezîr 3 caran hatiye Herêma Kurdistanê û herî dawî 9ê Çiriya Paşîn a 2023yan hatibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse