Li Rojhilatê Kurdistanê erd hejiya!

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 5,1 pileyan çêbû.

Li gorî amarên Navenda Sîsmolojiyê ya Neteweyî ya Îranê, demjimêr 19:06an, li navçeya Abdanan a parêzgeha Îlamê erdhejeke bi hêza 5,1 pileyan çêbûye.

Herwiha hat diyarkirin ku kûrahiya erdhejê 10 kîlometre bûye.

Bajarên derdorê jî ji erdhejê bandor bûne.