AMED - Kargehek bi enerjiya rojê zêdetirî 2 ton qedayif berhem tîne

Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Pîşesaziyê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê kargehek bi enerjiya rojê rojane zêdetirî 2 ton qedayifan berhem tîne.

Rojane zêdetirî 2 ton qedayifa navdar a Amedê berhem tîne lê ji wê balkêştir hemû enerjiya ku ev qedayif pê tê çêkirin ji enerjiya rojê tê dabînkirin.

Xwediyê Kargehê Zekaî Altunhan anî ziman:

“Yek ji avantajên ku em li Herêma Pîşesaziyê ne ew e dewlet rê dide wan kargehên li herêmên pîşesaziyê ku bi xwe enerjiya xwe berhem bînin.

Me jî piştî vê yekê li ser banê kargeha xwe bi qasî pêdiviya xwe santraleke enerjiyê çêkir. Armanca vî karî ew bû ku em hem sûdê bigihînin jîngehê û hem jî xerciyên xwe kêm bikin.”

Hemû banê kargehê bi panelên rojê hatiye pêçan.

Kargeh ji xerciya elektrîkê rizgar bûye

Hêza wan a berhemanînê elektrîkê 420 kîlowatt e.

Kargehê mehane 120 hezar lîreyên Tirkî wate 4 hezar û 255 dolar didan heqê elektrikê lê ew niha ji wê xerciyê rizgar bûye.

Xwediyê Kargehê Zekaî Altunhan li ser karê xwe got:

“Me mehane 420 kîlowatt elektrîk xerc dikir lê niha em wê enerjiyê bi xwe dabîn dikin.

Bi vê jî êdî dê qedayifa tomarkirî ya Diyarbekira me ji kargeha me ya bi enerjiya nû û jîngehdost biçe ser sifreyan.”

Temenê van panelên rojê 25 sal in. Berpirsên kargehê dibêjin di 4 salan pereyê ku wan ji bo vê sîstemê xerc kiriye tê cihê xwe û piştî wê xerciya elektrîkê ya 21 salên din wek qazanc di berîka wan de dimîne.