Dilşad Şehab: Metirsî heye li Rojhilata Navîn şerekî mezin berbelav bibe

10-11-2023
Wêneyek ji civîna şeva borî / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Wêneyek ji civîna şeva borî / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Mihemed Şiya Sûdanî Nêçîrvan Barzanî Mesrûr Barzanî Serok Barzanî Hevdîtin Şer Rojhilata Navîn Dilşad Şehab
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab got, “Metirsî heye ku li Rojhilata Navîn şerekî mezin berbelav bibe.”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî şeva borî hat Hewlêrê.

Mihemed Şiya Sûdanî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiya.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa naveroka hevdîtinan kir.

“Metirsî heye ku şer berbelav bibe”

Dilşad Şehab anî ziman ku rewşa Rojhilata Navîn bûye mijareke girîng a hevdîtinan û got:

“Ev dever bi awayekî giştî ber bi aloziyeke mezin ve diçe. Metirsî heye ku şerekî mezin li Rojhilata Navîn berbelav bibe.”

“Divê Îraq nebe aliyekî vî şerî”

Dilşad Şehab da zanîn ku hemû aliyan girîngî daye vê mijarê û di hevdîtinan de hat destnîşankirin ku “Ji bo Îraq nebe aliyekî vî şerî û aloziyên li herêmê bandorê li Îraqê nekin divê gavên pêwîst bên avêtin.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di van hevdîtnan de “Pêwendî û pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê, hilbijartin, mafên Herêma Kurdistanê, mijarên leşkerî û ewlehiyê” hatine nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst