Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî li ser çi axivîn?
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, şeva borî li Hewlêrê civiyan.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de “pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û rûdanên li herêmê” hatin gotûbêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî herwiha destnîşan kir, “Piştgiriya Hikûmeta Îraqê girîng e da ku karibe plan û bernameyan xwe bi cih bîne û xizmetê ji berjewendiyên Îraqê re bike.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di hevdîtinê de rewşa siyasî, aborî û ewlehiyê ya Îraqê jî hatiye nirxandin.
Herwiha di vê civînê de behsa mijarên wekî “hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, girîngiya piştgirîdayîna hewlên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê, rûbirûbûna bi pirsgirêkan re, parastina aramî û ewlehiyê” jî hatiye kirin.
Li aliyê din, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Pîrmamê bi Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re jî civiyabû.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya pic.twitter.com/nNNi41LWgO
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 9, 2023